Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bi vîdeoyekê va peyamek weşand.
Erdogan qendîla Mîracê ya welatiyan û hemû alema îslamê pîroz kir û wiha got: "Welatiyên min ên ezîz bila dilê we rehet be. Dewleta me bi hemû saziyên xwe va li ser wezifeya xwe ye. Bê navber ji bo xizmeta gel dixebite. Înşallah em ê bi hev ra ji vê pêvajoya bizehmet xilas bibin. Hema em bi tenê guh bidin qayîde û hişyariyan û em ji malên xwe dernekevin bes e."
Serok Erdogan anî ziman ku xebatkarên tenduristiyê pir dixebitin û wiha dewam kir: "Bi taybetî Wezareta me ya Tenduristiyê bi hemû xebatkarên xwe, bi doxtor, hemşîre û karmendên tenduristiyê va bênavber dixebitin. Ji ber vê ez li ser navê xwe, malbat û gelê xwe bi çepikan va wan pîroz dikim. Em ê bi saya wan bi hev ra ji vê pêvajoyê xilas bibin."
AA