Deynê xelkê razandin

Ji bo xêra Remezanê hemû deynê dikanan ên li xelkê da

Deynê xelkê razandin

Li Silopiya Şirnakê bi qasî 14 hezar lîre deynê dikan û firneyan ên xelkê, ji aliyê xwadanxêrekî ve hat razandin. Serokê şaxa MÜSİAD’ê yê Şirnakê yusuf bilen û heyeta pê re, dikan bi dikan geriyan, deynê xelkê razandin.

Defterên deyn ên firneyek û 3 dikanan kirîn, hemû deynên xelkê razandin.

Serokê Şaxa Komeleya MÜSİAD’ê yê Şirnakê Yusuf Bilen û heyeta pê re, ji bo xêra Remezanê deynê 4 kargehan ên li xelkê razandin.

Bilen û endamên komeleyê, dikan bi dikan geriyan û bi qasi 14 hezar lîre deynê xelkê ku li defterên veresiyeyê hatibûn qeydkirin razandin.

Esnafan, ji bo vê hesasiyetê li ser navê deyndarên xwe spasî xwedanxêran kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE