"Dezenformasyon êdî bûye pirsgirêkeke ewlehiya kurewî"

Erdogan ji Civîna Ragihandinê ya Navneteweyî (Stratcom Summit '21) ra vîdeopeyam şand ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê li dar dixe.

"Dezenformasyon êdî bûye pirsgirêkeke ewlehiya kurewî"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Dezenformasyon êdî ne tenê meseleyeke ewlehiya neteweyî ye bûye pirsgirêkeke ewlehiya kurewî."

Erdogan ji Civîna Ragihandinê ya Navneteweyî (Stratcom Summit '21) ra vîdeopeyam şand ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê li dar dixe.

Serokomar Erdogan diyar kir bi berbelavbûna mecrayên medyaya civakî ra dibînin ku derew, nûçeyên çêkirî û dezenformasyon bi lezûbez zêde dibin û wiha got, "Ji ber ku mekanîzmayên çavdêriyê yên çalak li ser mecrayên medyaya civakî tunene ji ber xeberên belav dibin heyata bi milyonanan însanan mehf dibe."

Erdogan diyar kir dezenformasyon êdî ne tenê meseleyeke ewlehiya neteweyî ye bûye pirsgirêkeke ewlehiya kurewî.

Serokomar Erdogan di peyama xwe da got hêza wan ya madî, rewşa wan ya navneteweyî û îdiaya wan çi dibe bira bibe em dibêjin ku tu kes û tu şirket di ser hiqûqê ra nîne.

Erdogan diyar kir li dijî şebekeyên kurewî yên ku xwe layusel dibînin wê bi hişmendiya ragihandineke pak û eşkere têkoşîna xwe bidomînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE