Di 15 rojan da ji perava Gola Wanê 6 hezar mêtrokup lîç hat paqijkirin

Di 15 rojan da ji perava Gola Wanê 6 hezar mêtrokup lîç hat paqijkirin

Di çarçoveya xebatên paqijkirina lîça binê avê ya Gola Wanê da bi eskavatora 17 mêtroyî ya li ser dika 45 tonî va di 15 rojan da 6 hezar mêtrokup lîç ji golê hat derxistin.

Bi telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û di hîmayeya Emîne Erdogana xanima Serokomar da bi piştgiriya wezaretên Hawirdor û Bajarvaniyê û Çandinî û Daristanan, Midûriyeta Giştî ya bankeya Bajaran, Walîtî û Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Zanîngeha Yuzuncî Yilê, Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê, şaredariyên Îpekyolî, Edremît, Tuşba û Erdîşê va xebatên "Pîlana Çalakiya Parastina Gola Wanê" dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da ji bo pirsgirêka ava pîs a dikişe golê çareser bikin Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tesîsa parzûnkirina avê ya bi 177 milyonî ava kir û bi beşdariya vîdeo konferansê Serokomar Erdogan va tesîs di 5ê hezîranê da hat vekirin. Bi saya tesîsê hemû ava pîs tê parzûnkirin û paşê dikişe nav ava golê.

Ji bo qirêjiyên din jî çareser bikin şaredariyê proje amade kir û di vê çarçoveyê da ji bo paqijkirina 450 hezar mêtrokup lîça binê avê xebat dewam dikin.

Li golê bi eskavatora 17 mêtroyî ya li ser dika 45 tonî va di 15 rojan da 6 hezar mêtrokup lîç ji behrê hat derxistin.

- Ji bo gola Wanê ya bi ava zelal dixebitin

Mehmet Emîn Bîlmezê Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dibê gola Wanê bi paqijî teslîmî nifşên nû bikin.

Bîlmez daxuyand, wan serê vê mehê tesîsa dawerîna biyolojîk a pêşketî kir dewrê û ji bo paqijkirina golê ev tesîs wê pir kêr were û wiha dewam kir:

"Tişta ku herî zêde gola me qirêj dikir, ava ku hatiye xebitandin a navendî bû. Du sal e em bi înşeata tesîsa dawerandinê ra mijûl in û piştî ku tesîs ket dewrê, ev pirsgirêk ji holê rabû. Dema ku ava xebitandî dikişe nava Gola Wanê, nêzî qeraxan di binê avê da herî çêdibe. Piştî ku tesîsê dest bi fealiyetê kir, me dest bi paqijkirina vê heriyê kir. Bi piştgiriya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê va weke şaredarî me dest bi paqijkirina vê heriyê kir. Em ji aliyekê va jî li alternatîfên cuda digerin. Me hevalên xwe seba vê yekê şandin Kocelî û Stenbolê ku lêkolînê bikin. Me li wê derê bi fîrma û şaredariyên ku heriyê paqij dikin ra me hevdîtin kirin. Me di demeke kin da biryar da ku em jî ji şaredariya xwe ra makîneyên ku paqijiyê wiha dikin, bistînin. Piştî vî qasî wezîfeya me bi temamî paqijkirina heriyê ye."

Bîlmez destnîşan kir, ji bo ku meriv werin ser Gola Wanê û ji bo çêkirina qeraxan projeyên wan hene û wan li van herêman 300 tewleyên ku dibin sedema qirêjiya golê, bi temamî rakirin.

Bîlmez diyar kir, dema ku wan tewleyên nêzî qeraxan dan rakirin, şêniyên bajêr piştgiriyeke mezin dan wan û wiha dewam kir:

"Ez seba tesîsa dawerivînê spasiya Wezareta me ya Hawirdor û Bajarvaniyê, Lijneya Rêvebiriyê ya Bankeya Bajêran dikim. Her wiha spasiya şaredariyên navçeyan ên ku di hilweşandina tewleyan da hewl dan, dikim. Ji bo Waneke paqijtir û goleke paqijtir a ku meriv bikaribe li her derê wê têkeve avê, em ê hemû bi hev ra bixebitin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE