Di 2 salan da ji milyonekî zêdetir kesî Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê ziyaret kir

Ji roja vekirinê heta niha di nav 2 salan da milyonek û 39 hezar 137 kesî Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê ziyaret kir.

Di 2 salan da ji milyonekî zêdetir kesî Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê ziyaret kir

Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê di 20ê Sibata 2020î da bi vexwendina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û beşdarbûna gelek mêvanan va vebû. Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir li Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê 4 milyon û 100 hezar jê çapkirî û ji 200 milyonî zêdetir jî çavkaniyên li ser înternetê barkirî, hene.

Ji ser pergala Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê xwe gihandina 30 milyon hezarî zêdetir belgeyên Serokatiya Arşîvên Dewletê yên li înternetê hatine barkirî û ji 100 hezarî zêdetir berhemên Serokatiya Saziya Berhemên nivîskî mimkun e.

Pirtûkxaneya Gel a Serokomariyê seranserê hefteyê vekiriye û di sala 2020î ku hat vekirin da jî ji alî 315 hezar û 710 kesî va hat ziyaretkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE