Saziya Istatîstîkê ya Tirkiyê li gorî daneyên 31ê Kanûna 2018an hejmara merivên Tirkiyê eşkere kir.
Nifûsa Tirkiyê di sala 2018an de li gorî salek berê milyonek û 193 hezar û 357 kes zêde bû. Niha serjimar 82 milyon û 3 hezar û 882 ye.
Ji sedî 50 bêhnok 2 yê welêt mêr; ji sedî 49 bêhnok 8 jî jin in.
Kêmzêdeya temen jî ji sedî 31 bêhnok 7an derket 32an.
Bajarê herî qelebalix Stenbol e. Nifûsa Wê 15 milyon û 67 hezar û 724 kes e.
Ji sedî 18 bêhnok 4ê nifûsa Tirkiyê li Stenbolê ye.
Piştî Stenbolê bi rêzê Enqere, Îzmîr, Bursa û Antalya cihên qelebalix in.
Nifûsa herî kêm li Bayburtê ye. 82 hezar û 274 kes li wir dijîn.