"Di 2018an da veberhênanên ku hatine Tirkiyeyê ji sedî 12,6 zêde bûye"

"Di 2018an da veberhênanên ku hatine Tirkiyeyê ji sedî 12,6 zêde bûye"

"Di 2018an da veberhênanên ku hatine Tirkiyeyê ji sedî 12,6 zêde bûye"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay: "Li tevahiya dinyayê 2018an da veberhênanên rasterast ji sedî 13 kêm bûne, lê veberhênanên ku hatine Tirkiyeyê ji sedî 12,6 zêde bûye."

Oktay li Komîsyona Budçe û Planê ya Meclisê der barê budçeya 2020an ya Serokomariyê da pêşkêşî kir.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay destnîşan kir li tevahiya dinyayê 2018an da veberhênanên rasterast ji sedî 13 kêm bûne, lê veberhênanên ku hatine Tirkiyeyê ji sedî 12,6 zêde bûye.

Oktay diyar kir bi saya Ofîsa Hilberînê di 2018an da li welatê wan bi 518 milyon û 750 hezar dolarî veberhênan hatiye kirin û got ku ji ber vê jî ji bona hezar û 106 kesî îstixdam çêbûye.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay got ku ji bona di kamuyê da sepanên daneyan û hişê çêkirî berbelav bibe di dawiya salê da em dixwazin Stratejiya Hişê Çêkirî ya Neteweyî biweşînin.

Oktay destnîşan kir di 2019an da heta niha hejmara serlêdanên ji bona CÎMERê hatine kirin bi tevahî 2 milyon û 814 hezar e.

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay got ku di 2002an da hejmara projeyên pîşesaziya parastinê 66 bû, îro ev jimar nêzî 700î ye.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE