Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Adil Karaîsmaîloglu li Sakaryayê li Midûriya Herêma Sakaryayê ya Şirketa Anonîm ya Wesayîtên Biray a Türkiyeyê (TURASAŞ) daxuyanî da.
Karaîsmaîloglu der barê trêna îxracatê ya ewil ya ji Türkiyeyê diçe Çînê dada axivî û wiha got: "Niha trena me hindik maye bigîhîje Qeyseriyê. Ji sibê pê va ewê ji welatê me derkeve, 12 rojan wê rêwitiye Çînê bike."
- "TURASAŞ xwedî tecrubeyeke ji 100 salî zêdetir va dixebite"
Karaîsmaîloglu behsa xebatên TURASAŞê kir û wiha got: "Şirketa Anonîm ya Wesayîtên Biray a Türkiyeyê (TURASAŞ) îro Sakarya, Eskîşehir û Sêwas di serî da wek mûdiriya sê herêman di qada rêhesinî da xwedî tecrubeyeke ji 100 salî zêdetir dixebite. Nêzîkî 4 hezar xebatkarên bikalîfiye va bûye nûnerê herî mezin ê sektora pergalên biray. Di îxracatê da jî çêkirina wesayîtên lênihêrandinê ya 11 rêhesinan didomîne."
- "Çêkirina trena bilez wê di 2021î da jî dewam bike"
Ji bo çêkirina trena bilez Karaîsmaîloglu wiha axivî: "Xebatên çêkirina projeya trena bilez a xwedî 225 kîlometre/saetê ye wê di sala 2021î da jî dewam bike."
- "Di 2021î da emê dest bi çêkirina Seta Trena Biceyran ya Neteweyî bikin"
Wezîr Karaîsmaîloglu anî ziman ewê di 2021î da dest bi çêkirina Seta Trena Biceyran ya Neteweyî bikin û wiha axivî: "Projeyeke din ya ku ji bo me hemûyan serfirazî ye, çêkirina Seta Trena Biceyran ya Neteweyî dest pê kir. Di sala 2020î da 2 setên wê yên prototîp daketin rêhesinê ku di 2021î da çêkirina wan a rêzî wê dest pê bike. TURASAŞ wê di sala 2021î da dest bi projeyeke herî baş û herî hewcedarî pê heye ya Seta Trena Banliyoyê ya Neteweyî jî bike."
AA