Di 2021ê da trafîqa dîplomasiyê ya Serok Erdogan

Di 2021ê da trafîqa dîplomasiyê ya Serok Erdogan

Serok Recep Tayyip Erdogan di 2021ê da digel şertên şewba vîrusa koronayê, mîna salên berê trafîqeke germ a dîplomasiyê gerand.

Erdogan bi rêya vîdeo konferansê an jî vîdeo peyamê beşdarî gelek bernameyên navneteweyî bûn û her wiha beşeke hevdîtinên dualî jî bi vîdeokonferans û têlefonê va kirin.

- Ziyaretên dervayî welêt

Serok Erdogan ji ber şewba Kovîd-19ê di nîvê ewil ê salê da navber da ziyaretên dervayî welêt û her wisa di nîvê din ê salê da jî 2 jê bo Azerbeycanê 14 ziyaret pêk anîn.

Erdogan ziyareta ewil a dervayî welêt di 13-14ê Hezîranê da ji bo beşdariya Zîrweya Serokên Dewlet û Hikûmetê yên NATOyê bo Belçîkayê kir. Serok Erdogan li vir gelek hevdîtinên dualî kirin, digel Serokê Amerîkayê Joe Biden ku sala 2020î dest bi peywirê kir, hevdîtina rûbirû ya ewil pêk anî.

Erdogan di nava salê da bi vexwendina Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev va di 15-16ê Hezîranê da bo Azerbeycanê kir. Erdogan li Fuzuliya ku ji dagiriya Ermenistanê hat xilaskirin, digel Aliyev hat cem hev. Erdogan paşê derbasî Şûşayê bû, li vir bi merasima fermî hat pêşwazîkirin. Li vir piştî civîna çapemeniyê ya hevbeş, Erdogan û Aliyev, Beyannameya Şûşayê îmze kir.

Erdogan her wiha di 26ê Cotmehê da jî li ser daweta Aliyev, ji bo cara duyemîn Azerbeycan ziyaret kir.

Erdogan di vê ziyareta xwe da digel Aliyev qurdeleya Balafirgeha Navneteweyî ya Fuzuliyê jê kir.

Serok Erdogan her wisa li ser vexwendina Serokkomarê Komara Tirk a Qibrîsa Bakur, çû vî welatî û Eyda Qurbanê ya sala 2021ê li vir pêşwazî kir.

Erdogan 27ê Tebaxê Bosna Hersek, 28ê Tebaxê jî Qeredax bi fermî ziyaret kir.

- Erdogan li New Yorkê Mala Tirkan a Teze vekir

Serok Erdogan ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya 76an a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe di 19-22yê îlona 2021î da çû ziyareta Amerîkayê. Serokmar Erdogan di bernameyê da gelek têkilî danîn, di 20 îlonê da jî Mala Tirkan a Teze ya li New Yorkê vekir.

Serok Erdogan di 29ê îlonê da ji bo xebatê Rûsya ziyaret kir û li Soçiya bajarê Rûsyayê bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn ra hat ba hev.

- Zoyareta 3 welatên Afrîkayê

Hejmara balyozxaneyên li Afrîkayê di sala 2001yan da 12 bû Tirkiyeyê di sala 2021î da hejmar derxiste 43yan. Serok Erdogan ziyaretên girîng kir. Erdogan di vê çarçoveyê da di meha cotmehê da Angola, Togo û Nîjerya ziyaret kir. Ev cara ewil bû ku ji Tirkiyeyê Serokkomarekî Togo û Angola ziyaret kir. Bi van ziyaretan va Serok Erdogan di heyamên serokkomarî û serokwezîriya xwe bi tevahî 30 welatên Afrîkayê ziyaret kir.

Serok Erdogan ji bo beşdarî Lûtkeya Serokan a G20ê bibe di 30-31ê cotmehê da çû Îtalyayê bi gelek serokên dewletan û serokên hikûmetan ra hevdîtin kir.

Serok Erdogan di 27-28ê mijdarê da li ser daweta Gurbanguli Berdimuhamedovê Serokê Tirkmenistanê çû ziyareta Tirkmenistanê, di roja duduyan a ziyaretê da beşdarî Lûtkeya Teşkîlata Hevkariya Aboriyê bû. Serok Erdogan di çarçoveya ziyaretê da bi serokên Îran, Tacikistan, Pakistan û Azerbeycanê ra hevdîtin kir.

Serok Erdogan di ziyareta dawîn a salê da jî li ser daweta Şêx Temîm bîn Hemad Al Saniyê Mîrê Qeterê di 6-7ê berfanbarê da çû Qeterê.

- Mêvanên hatin

Serok Erdogan di sala 2021î da li Enqere û Stenbolê mazûvaniya gelek serokên dewlet û hikûmetan kir.

Di 6ê rêbendanê da Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama bû mêvanê Erdogan. Serok Erdogan di 30yê rêbendanê da jî bi Serokomarê Gine Bissauyê Umaro Sissoco Embalo û Serokomarê Senegalê Macky Sall ra li Koşke Wehdedîn hat ba hev.

Serokê Konseya Serokatiya Dewleta Bosna Hersekê Milorad Dodik û Endamên Konseyê Zeljko Komsic û Şefik Caferoviç di 16ê Adarê da hatin serdana Tirkiyeyê û bi Serokomar Erdogan ra hevdîtin kirin.

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelensky di serdana xwe ya Tirkiyeyê ya 10ê Nîsanê kir da bi Serokomar Erdogan ra hat bal hev û Serokomarê KKTCê Ersîn Tatar jî di 26ê Nîsanê da di çarçoveya serdana xwe ya Tirkiyeyê da bi Serokomar Erdogan ra hat bal hev.

- Cara ewil SÎHA îxracî welatek endamê NATO û Yekîtiya Ewropayê ye hat kirin

Di nav mêvanên ku Serokomar Erdogan li Qesra Serokomariyê ezimand da Serokomarê Polonyayê Andrzej Sebastian Duda jî cî girt û di serdana wî ya ku 24ê Gulanê pêk hat da herdu Serokomar piştî hevdîtinan ji bo îmzekirina peymanan civîna hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Di merasima îmzekirinê da "Peymana Temînkirina Pergalên Wesayîtên Hewayî Bêmirov ên Çekdarî TB2 Bayraktar"ê hat îmzekirin.

Serokomar Erdogan di civîna çapemeniyê da daxuyanî da û got ku Tirkiye di mijara wesayîtên hewayî yn bêmirov da li rûyê dinyê ji 3-4 welatan yek e û wiha domand: "Em ji ber ku vê merîfeta xwe bi Polonyaya di NATOyê da hevalbendê me ye ra parve dikin gelek kêfxweş in. Bi peymana gava din hat îmzekirin va Tirkiye di dîroka xwe da cara ewile ku wê wesayîtên hewayî yên bêmirov îxracî welatek endamê NATO û Yekîtiya Ewropayê ye. Ez wisa bawer dikim ku ev hevkariya me wê di rojên pêş da zêdetir bibe û dewam bike."

Serokomar Erdogan di meha hezîranê da Serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbashvîlî, Serokwezîrê Albaniyayê Edî Rama û Serokwezîrê Makedonyaya Bakur Zoran Zaev qebûl kir.

Serokomar Erdogan di çarçoveya Serokatiya Tirkiyeyê ya Heyama Pêvajoya Hevkariya Başûrê Rojhilatê Ewropayê (GDAU) da ku di 17ê Hezîranê da di Lûtkeya Serokên Hikûmet û Dewletên GDAUyê li Navenda Kongreya NESTê hat kirin da Serokwezîrê Hirwatistanê Andrej Plenkovîç, Serokwezîr Sirbistanê Ana Brnabîcê, Serokomarê Makedonyaya Bakur Stevo Pendarovskî, endamên Konseya Serokatiya Dewleta Bosna-Hersekê, Serokomarê Qeredaxê Mîlo Cukanovîç, Serokomarê Kenyayê Uhuru Kenyatta, Serokomarê Kosovayê Vjosa Osmanî-Sadrîû, Serokomarê Haîtiyê Jovenel Moîse ra hat bal hev.

Serokomar Erdogan mazûvaniya Serokê Dewleta Filistînê Mehmûd Ebbas, Serokomarê Kirgizistanê Sadir Caparov, Serokomarê Angolayê Joao Manuel Gonçalves Lourenço, Serokê Konseya Serweriyê ya Komara Sudanê Orgeneral Ebdulfettah Ebdulrehman El Burhan, Serokomarê Komara Demokratîk a Kongoyê Felix Antoine Tshisekedi Tshilombo, Serokomarê Gine Bissauyê Umaro Sissoco Embalo, Serokomarê Gîneyê Alpha Conde, Serokomarê Pakistanê Arif Elwî, Serokomarê Sierra Leoneyê Julius Maada Bio, Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ehmed, Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic kir.

- Zîrweya 8an a Teşkîlata Dewletên Tirk

Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev, Serokomarê Kazakistanê Qasim Comert Tokayev, Serokomarê Kirgizistanê Sadir Caparov, Serokomarê Ozbekistanê Şewket Mîrziyoyev, Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban, Serokê Dewleta Tirkmenistanê Gurbangulî Berdimuhammedow û Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Dewletên Tirk Baghdad Amreyew beşdarî Lûtkeya 8em a Teşkîlata Dewletên Tirk bûn û Erdogan bi wan ra hevdîtin kir.

Di nav mêvanên 2021an ên Serokomar Erdogan da Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî heye. Serokomar Erdogan li Koşka Huberê mazûvaniya mêhvana xwe kir.

Serokomar Erdogan mazûvaniya Serokê Dewletê yê Heyama Berwext a Komara Çadê Mahamat Idriss Deby Itno jî kir. Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez ji bo ku beşdarî Lûtkeya 7em a Navbera Hikûmetên Tirkiye û Îspanyayê bibe, hat Tirkiyeyê û bi Serokomar Erdogan ra civiya.

Serokomar Erdogan di 24ê mijdarê da jî li Kulliyeya Serokomariyê mazûvaniya Prensê Welîehd ê Abû Dabiyê Şêx Mihemed bîn Zayed Al Nahyan kir.

- 3yemîn Lûtkeya Şirîkatiyê ya Tirkiye û Afrîkayê

3yemîn Lûtkeya Şirîkatiyê ya Tirkiye û Afrîkayê li Stenbolê hat kirin.

Lûtke bi temaya "Pêşketina bi hev ra û seba Refahê Şirîkatiya Xurtkirî" hat lidarxistin û 38 welat beşdar bûn. Serokomar Erdogan di vê civînê da jî 15 hevdîtinên du alî kirin.

Ji aliyê din va Serokomar Erdogan di 10ê adarê da bi rêya vîdeokonferansê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn va beşdarî merasima xîmavêtinê ya çaviya sêyem a Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê bû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE