Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, di Herekata Mertalê Biharê da 24 saetên dawîn 184 eskerên rejimê hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê, herekat heta sibê ji beja û esman va bi serkeftî dewam kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di 24 saetên dawîn 4 tank, 5 top/ÇNRA û 3 tankşikên, 8 wesayîtên eskerî, 2 pîkapên doçka barkirî, 2 wesayîtên şer ên bizirx hatin îmhekirin û 184 eskerên rejimê hatin berterefkirin."AA