Di 3 mehan da 22 FETOyî û 14 PKKyiyên hewl dan birevin Yewnanistanê hatin qefaltin

Di 3 mehan da 22 FETOyî û 14 PKKyiyên hewl dan birevin Yewnanistanê hatin qefaltin

Yekîneyên sînor ên ku ji wan ra dibêjin teyrên sînor di nav 3 mehên dawîn da 22 endamên FETOyê û 14 terorîstên endamên PKKyê yên dixwestin bi rêyên dereqanûnî, birevin Yewnanistanê qefaltin.

Hat ragihandin ku endamên PKK û DHKP/Cya rêxistinên terorê Yewnanistanê ji bo xwe wek "warê ewle" dibînin û di demên dawîn da hejmara endamên FETOyê yên dixwazin birêvin wê derê jî her diçe zêde dibe.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan ji serê salê vir va 22 endamên FETOyê yên ku dixwestin bi rêyên dereqanûnî derbasî Yewnanistanê bibin ji alî yekîneyên hidûd va hatin qefaltin. Yekîneyên hidûd di heman wextê da di nav kesên dixwestin bi qaçaxî derbasî Yewnanistanê bibin da jî 14 terorîstên endamên PKKyê bûn, qefaltin.

Di şeva hewla derbeya 15ê Tîrmehê da pîlotên helîkoptêra derbekeran bi helîkoptêra malê Tirk va reviyan û xwe spartin Yewnanistanê lê Yewnanistanê peymanên navneteweyî û daxwazên fermî yên Tirkiyeyê tune hesiband û derbekeran hewand.

Ji hêla din va yekîneyên hidûd meha borî li seranserê welêt 5 hezar û 867 kesê dixwestin bi rêyên dereqanûnî derbasî dervayî welêt bibin, qefaltin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE