Di 4ê tebaxê de wê hilbijartin were kirin

Mazbateya Mikail Ağır hat betalkirin, hevsera wî Gülfer Ağır bû namzed.

Di 4ê tebaxê de wê hilbijartin were kirin

Ev der Hewêdiya Besniya navçeya Semsûrê ye.

Di Hilbijartinên 31ê Adarê de kesê bi navê Mikail Ağır ji partiyekê bû şaredarê bajarokê.

Lê belê ji ber sicîla Mikail Ağır mazbateya wî hat betalkirin, YSKê biryar da ku di 4ê Tebaxê de hilbijartin were nûkirin.

Ji ber vê yekê jina Mikail Ağır, Gülfer Ağır ji AK Partiyê bû namzeda Şaredariyê.

Niha namzeda Şaredariyê Gülfer mal bi mal digere û bi taybetî ji jinan piştgiriyê dixwaze.

Namzeda şaredariyê Gülfer dibêje ku piştî hilbijartinê li mêrê min neheqî hatiye kirin.

Gülfer Ağır “Her tişt ji bo gelê me ye. Ji bo ku li hevserê min neheqî hat kirin, ez bûm namzed. Gelek projeyên hevserê min hebûn. Lê belê ev yek çênebûn. Ji niha û pê ve jî êdî ez heme. Em ê bi hev re her tiştî bikin.

Jinên bajarokê jî piştgiriyeke zêde didin namzeda şaredariyê.

Heke Gülfer Ağır wek şaredar were hilbijartin wê di dîroka Semsûrê de bibe Şaredara yekemîn.

Dîroka nûkirinê: 21 Tîrmeh 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE