Di 40 pile germahiyê de dişixulin

Nîvê şevê dest bi kar dikin û ew heta germa nîvro li nav zeviyê ne...

Di 40 pile germahiyê de dişixulin

Karkerên demsalî di rojîya remezanê di, di 40 derece germê de dişixulin. Tevî zehmetiyên ku ew dikşînin, debara wan jî bi yewmiyeyan nabe.

Nîvê şevê bi rê dikevin û di seat 5ê sibê de dest bi şixul dikin..

Li Entabê karkerên demsalî, bi şeweqê re dest pê dikin û heta dora nîvro, heta dinya germ bûye dişixulin.

Yewmiyeya wan rojê 30 lîre ye..

Di nav wan de zarok jî hene.

Tevî ewqas zehmetiyê, bi vê yewmiyeyê debara wan jî nabe.

Karkerên demsalî ji bajarên başûr dest bi xebatê kirin û ew ê heta dawiya payîzê, li ser zeviyên gelek bajaran bixebitin.

Dîroka nûkirinê: 03 Hezîran 2019, 16:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE