Em ê niha berê xwe bidin kolika Semsûrê. Em ê xebera jineke jêhatî bînin ser ekranê. Elîye kupal di 70 saliya xwe de çû kursê, di 3 mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bû.
Xwendin û nivîsandin di dilê wê de kulek bû.
Di 70 saliya xwe de çû kursê û di 3 mehan de fêrî xwendin û nivîsandinê bû.
Aliye Kupal 70 salî ye. Mala wê li Kolika Semsûrê ye. Wê her tim dixwest ku nameyekê binivîse.
Dayika şareza dibêje ez ê mektuba xwe ya ewil ji Serok Recep Tayyîp Erdogan re binivîsim.