Tûrkan Bozkurta li Qosera Mêrdînê, di 70 saliya xwe de hînî xwendin û nivîsandinê bû. Turkan xanim dibêje di zarokatiya min de keçik nedişandin mekteban, bila jinên ku xwendinê nizanin teqez hîn bibin.
Navenda Civakê ya li Qosera Mêrdînê, di çarçoveya Seferberiya Xwendin û Nivîsandinê de gelek kurs vekirin û di van kursan de perwerdeyî dewam dike.
Tûrkan Bozkurt jî di 70 saliya xwe de li kursê qeyd bû û bi saya xîreta xwe hînî xwendin û nivîsînê bû.
Turkan Xanim dibêje dema em zarok bûn keçik nedişandin dibistanê. Lê niha ne wisa ye.
Ew dibêje bila kesên ku xwendinê nizanin biçin kursan û hînî xwendinê bibin.