Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Di aboriyê da rewşa hilberandinê zehf baş e. Gava em sitûyê enflasyonê jî bişikînin ji bona em xwe bigihînin armancên xwe wê li ber me tu astengî namîne."
Erdogan ji Ofîsa Dolmabahçeyê bi weşana zindî beşdarî merasima vekirina Tunêla Phaselîsê ya li Antalyayê bû.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ji bona di ser tengasiyên aboriyê da moralê gelê me xera bikin û bi hesabên endezyariya siyasî rêgeha welêt biguherînin her cure lîstik tên leyîstin.
Erdogan destnîşan kir di aboriyê da rewşa hilberandinê zehf baş e û got ku gava em sitûyê enflasyonê jî bişikînin ji bona em xwe bigihînin armancên xwe wê li ber me tu astengî namîne.AA