Di aşê avê yê dîrokî da bi terza berê genim dihêre

"Berê li ser çemên me 30-40 aş hebûn. Ew wek fabrîqeyan dixebitin, genimê însanan dihêran."

Di aşê avê yê dîrokî da bi terza berê genim dihêre

Karsaz Mehmet Alî Yildizê li Stenbolê fabrîqeya wî ya tekstîlê heye li Tunceliyê ê avê yê ji kal û bavan maye dide xebatê û bi terza berê genim dihêre.

Mehmet Alî Yildizê li Çaya gundê li ser navçeya Pertekê hattiye dinyayê 55 salî ye û 25 sal berê koçî Stenbolê kiriye.

Yildiz û çend hevalên wî bi toximê berê va bêyî gubreya kîmyewî genim direşînin û paşê di aşê avê yê ji kal û bavan maye da dihêrînin û dikin ard.

Teknolojî her çiqas pêşva here jî Yildiz bi terza berê çandiniya organîk dike û paşê diçe aşê avê ya 400 sal berê hatiye çêkirin û li wir dixebite.

Aş 5 kîlomêtro dûrî gund e û ava aş ji 5 mêtro bilindahiyê tê. Dema av diherike kevirê aş dizivire û bi sedan kîlo genim di nav çend saetan da dibe ard.

Gundiyên ji gundên cînar tên genimê xwe di vî aşî da diherînin.

Yildiz û hevalên wî bi navê Miteşebisiya Dersim Ankayê cihek ava kirine, him xebatên çandiniya organîk dikin û him jî bi saya van projeyên nû hewl didin aşên avê li hemberî teknolojiyê li ser piyan bimînin.

- "Berê gelek kes diçûn aş"

Mehmet Alî Yildiz ji nûçegihanê AAyê ra got ku kalikê wî aşvanî dewrî bavê wî kiriye û wekî nifşê sêyem ew jî vî karî dike. Yildiz daxuyand ku ew li Stenbolê bi tekstîlê ra mijûl e û wiha dewam kir, "Berê li gundê me ser çeman nêzî 30-40 aş hebûn, lewra aş ji bo vê herêmê qadên hilberînê bûn û wekî fabirqe bûn. Ev der cihên pîroz bûn, lewra rizqê merivan jê dihat û genim dikir ar da ku zivistanê debar pêk were."

Yildiz diyar kir, berê ji ber ku kar zêde bû, ew bi dorê di aşan da dixebitîn û wiha dewam kir:

"Ev aş bi hêza avê dizivirin. Av dema ku ji binê aş ra diherike, çerxa aş dizivirîne û kevir jî pê ra dizivire û wisa genim dihêre û dixe ar. Heke meriv jimara van zêde bike, li her gundî aşekî avê çêke û li cihekî wiha siruştî genimê xwe bihêre, pêdivî bi fabirqeyan namîne."

Yildiz daxuyand, aşê ku ji bav û kalan ji wan ra maye nêzî 400 salî ye û destnîşan kir ku ew genimê ku miemeleya kîmyewî lê hatiye kirin, di aşê xwe da nahêre, lê deriyê wî ji cotkarên ku hilberîna organîk dikin ra vekirî ye.

Yildiz got ku aş ji bavê wî maye û seba wî mîrateyeke pir taybet e û wiha dewam kir: "Berî her tiştî ji vê derê bêhna bavê min tê. Dema ez dikevim vê derê, rabirdûya bavê xwe dijîm. Wexta ez zarok bûm, bavê min çiqas bihata cem min, heman bêhn jê dihat. Divê em xwedî li aşan derên."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE