Di avahiyekê li Bagcilarê de teqîn

Li taxa Barbarosê ser kuçeya 203yem di qata sêyem a avahiya sê qatî da ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin teqîn çêbû. Piştî teqînê agir bi daîreyê ket.

Di avahiyekê li Bagcilarê de teqîn

Li Bagcilarê di daîreyekê da teqîn çêbû û îtfaiyeyê 6 kes xelas kirin.

Li taxa Barbarosê ser kuçeya 203yem di qata sêyem a avahiya sê qatî da ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin teqîn çêbû. Piştî teqînê agir bi daîreyê ket.

Bi şideta teqînê parçeyên ku ji eniya pêşiyê ya daîreyê qetiyan, li nava rê ketin, îtfaiye, ekîbên tenduristiyê û polês sewqî cihê bûyerê kirin.

Polêsan tevdîra ewlehiyê hilda û îtfaiyeyê 6 kesên ku di avahiyê da mehsûr mabûn, xelas kirin.

Piştî teqînê agir bi daîreyê ket û îtfaiyeyê agir temirand.

Ekîb li herêmê xebat û tedqîqan didomînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE