Di banê têkoşîna dijî terorê da midûriyeta şaxê hat avakirin

Li teşkîlata navendî ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê di banê Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Terorê da midûriyeteke şaxê hat avakirin.

Di banê têkoşîna dijî terorê da midûriyeta şaxê hat avakirin

Biryarên Serokomar ên li ser Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê, hin saziyên dewletê û teşebisên îqtisadî yên dewletê di Rojanmeya Fermî da hatinweşandin.

Li gor biryarên bi îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoan hatin weşandin, li teşkîlata navendî ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê di banê Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Terorê da midûriyeteke şaxê hat avakirin.

12 midûriyetên şaxê hatin girtin

Wekî mayîn Midûriyeta Laboratuvara Polêsan a Krîmînal ya Trabzonê û 6 midûriyetên wê yên şaxê, Midûriyeta Navenda Perwerdeya Polêsan a Çankiriyê û 6 mixûriyetên wê yên şaxê hatin girtin.

Li Ulukişlaya navçeya Nîxdeyê Amirtyia Ewlekariyê wekî Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê hat guherandin.

Biryarên ji bo guherandina hin kadroyên saziyên dewletê yên vala û tijî, avakirin û betalkirina hin pozîsyon û kadroyên dewletê jî di Rojnameya Fermî da hatin weşandin.

Di vê çarçoveyê da ji bo guherandina hin kadroyên tijî an vala yên li Serokatiya Dadgeha Qanûna Bingehîn, Lijneya Dadger û Dozgeran, Serokatiya Ragihandinê, Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Midûriyeta Giştî ya Lêgerîn û Tetqîqa Madenê, Serokatiya Karûbarên Diyanetê û Serokatiya Îdareya Dahatê biryar hat dayîn.

Ji bo avakirina û betalkirina hin pozîsyon û kadroyên li Saziya Komira Tirkiyeyê, Ofêsa Mehsûlên Axê, Saziya Ceyranê ya Tirkiyeyê, Midûriyeta Giştî ya Xebitandina Rêhesina Komara Tirkiyeyê, Şirketa Gelerî ya Pîşesaziya Vagonan a Tirkiyeyê, Birinûanîna TCDDyê, Midûriyeta Giştî ya Karxaneyên Çandiniyê, Şirketa Fabirqeyên Şekir a Tirkiyeyê, Saziya Şîr û Goşt, Karxaneyên Meydanên Rêhewayê yê Dewletê û Şirketa Hilberîna Ceyranê jî biryar hatin dayîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE