Di Santrala Hîdroelektrîk a Bendava Ilisuyê da ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) ku projeya vîzyona Tirkiyeyê ye da hat avakirin, hilberîna vejenê sibê dest pê dike.
Di çarçoveya Projeya GAPê ya ku armancên wê ew in ku herêm bi pêş bikeve, asta refaha welatiyan were bilindkirin û bêkarî were kirin da bendav hatin avakirin û bi xêra van bendavan jî zeviyên bibereket tên avdan û herwiha vejen tê hilberîn ku ev yek jî bi kêrî aboriya welêt tên.
Di Bendava Ilisuyê ku bi destê Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Ava Dewletê (DSÎ) ya Wezareta Çandinî û Daristanê hat çêkirin da xebatên pêşîgirtina avê ber bi kutabûnê ne.
Di Bendava Ilisuyê da ku ji hêla hecma gewdeyê û dirêjiya kretê va piştî Bendava Ataturk, bendava duyemîn a herî mezin a Tirkiyeyê ye, wekî ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî mizgînî dabû, ji 6 turbînan jê yek di 19ê Gulanê Bibiranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Werzişê da dikeve dewrê.
Bi merasima ku sibê dê were lidarxistin va turbîna yekemîn a HES û Bendava Ilisuyê dê bikeve fealiyetê û hilberîna vejenê dê dest pê bike.
AA