Li Batmanê bi sedan xwendekar di betlaneya 3 hefteyan de beşdarî çalakiyên sporê yên navenda ciwaniyê dibin. Xwendekar bi xêra aktîvîteyan him betlaneya xwe bi kêf derbas dikin, him jî ji stresa şewba koronayê dûr dibin.
Ev der Navenda Ciwaniyê ya Batmanê ye.
Xwendekar ketin betlaneya 3 hefteyan û ciwanên Batmanî di şûna ku li malê rûnên beşdarî çalakiyên Navenda Ciwaniyê dibin.
Navenda Ciwaniyê ji bo ciwan bi rehetî beşdarî aktîvîteyan bibin hemû tevdîrên ji bo koronayê digire.
Xwendekar bi van çalakiyan motîvasyona xwe zêde dikin û ji stresa şewba koronayê dûr dibin.