Di betlaneyê de bikaranîna înternetê zêde dibe

Malbat ji bo ku zarokên xwe ji înternetê dûr bixin divê çi bikin? 

Di betlaneyê de bikaranîna înternetê zêde dibe

Li Seranserê Türki̇yeyê dibistan hatin girtin. bi vê yekê re ji bo malbatan pirgirêka “zarok wê di betlaneyê de çawa wextê xwe derbas bikin” dest pê kir. helbet meseleya herî muhîm jî bikaranîna înternetê ye. gelo dê û bav divê înternetê bi temamî qedexe bikin an na? ji bo ku di betlaneyê de zarokên xwe ji înternetê dûr bixin divê malbat çi bikin? em ê niha guh bidin şîretên pisporan.. 

Piştî demeke dirêj karneyên xwe girtin û berê xwe dan malê. 

Ji bo wan piştî saleke zehmet wextê bêhnvedanê dest pê kir. 

Zarokên ku rojê 6-7 seatan li dibistanê diman wê 3 mehan li malê bin. 

Helbet bi vê yekê re wexta ku li ser înternetê derbas dikin jî zêde dibe. 

Lê belê pispor ji bo bikaranîna înternetê malbatan hişyar dikin. 

Di alema zanistê de êdî înternet jî wek tîryakekê tê dîtin. 

Ji bo zarokên bêpirsgirêk jî divê malbat bibin mînak û rê nîşanî zarokên xwe bidin. 

Li gorî pisporan qedexekirina înternetê ne çareseriyek e. 

 Divê malbat berê zarokên xwe bidin beşeke sporê an jî hunerê da ku di betlaneyê de sebra wan were û li înternetê negerin. 

Di heyama teknolojiyê de bikaranîna înternetê gelekî muhîm e. 

Pispor dibêjin bi temamî înternetê qedexe nekin; wextekê diyar bikin û dema ku zarok li ser înternetê derbas dikin kêm bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE