Di betlaneya havînê de sporê dikin

Xwendekarên biçûk di betlaneya havînê de berê xwe didin sporê...

Di betlaneya havînê de sporê dikin

Piştî dibistan hatin girtin kursên sporê yên havînê jî dest pê kirin. Li Mêrdînê jİ bo xwendekarên ku niha di betlaneyê de ne kursên cûr bi cûr tên vekirin. Bi van kursan tê xwestin zarok ji tiştên xirap jî bên parastin.

 

Ji bo xwendekar jêhatî bin û ji tiştên xirab dûr bin di warê sporê de gelek proje tên meşandin.Ji wan projeyan çend jî li Mêrdînê tên birêvebirin.Di vê çarçoveyê de li navçeyên Mêrdînê, li dibistan û qadên sporê ji bo xwendekaran kurs hatin vekirin.

Li navçeya Dêrîkê jî bi piştgiriya Midûriyeta Sporê ji bo hezar û 300 zarokî kursên wek; Avjenî, Atletîzm, Basketbol, Badmînton, Guleş û Judoyê tên dayîn.

Zarok jî bi van projeyan gelek kêfxweş in. Lewra bi sporê him bîna wan fireh dibe him jî ji xwe re hevalên nû dibînin.

 

Li Midyadê jî karsazekî xêrxwaz ji bo zarokan kursa futbolê da vekirin. Di kursê de him wextê zarokan derbas dibe him jî bi awayekî profesyonel hînî futbolê dibin.

Her wiha li Qosera Mêrdînê jî Midûriyeta Bajêr a Xizmetên Sporê û ya Spor û Ciwaniyê, ji bo zarokan kursên cur bi cur vekirin.

Hûr û gir gelek zarok tên van kursan. Ji xwe re him dileyzin him sporê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE