"Di bingeha vê serkerftinê da îmzeya her ferdên vî gelê heye"

Serok Erdogan li ser Twittera malpera medyaya civakî bangî ciwanan kir.

"Di bingeha vê serkerftinê da îmzeya her ferdên vî gelê heye"

Serokê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku sala 2020î bi têkoşînê derbas dibe û wiha axivî: "Em li dijî dijwariyan li ber xwe didin. Şikur ji Xwedê ra serkeftina me li holê ye. Di bingeha vê serkeftinê da refleksên bi carekî tunin biryarên bi îstişare û hişmendiya berbirsyariyê hatine dayîn hene." 

Serok Erdogan li ser Twittera malpera medyaya civakî bangî ciwanan kir.

Serokkomar Erdogan bal kişand ser meseleyên îsal û wiha axivî: "Ciwanên ezîz sala 2020î bi têkoşînê derbas dibe. Em wekî milet li dijî dijwariyan li ber xwe didin. Şikur ji Xwedê ra serkeftina me li holê ye. Di bingeha vê serkeftinê da refleksên bi carekî tunin biryarên bi îstişare û hişmendiya berbirsyariyê hatine dayîn hene. Di bingeha vê serkerftinê da îmzeya her ferdên vî gelê heye."

Erdogan destnîşan kir ku YKSya 2020î ew ê hefteyekê piştî dîroka hatibû eşkerekirin were kirin û wiha pê da çû: "Lêbelê hûnê ji hin qismên mifredatê muaf bin. Wekî mayîn me dema ezmûnê jî dirêj kir. Xêncî vê me benda ezmûnê jî 10 puan daxist û kir 170 puanî. Maratona îsal Înşaellah ew ê bi rihetî derbas bibe."

Erdogan di peyama xwe da wiha got:

"Em di vê pêvajoyê da di rêya zanist, hişmendiya hevpar û wijdanê da biryarê didin, bala xwe didin ser feydeya gel û welatê xwe, ji bo hemû ferdên miletê me ji vê pêvajoyê sax û salîm derkeve 7/24 dixebitin. Baweriya me ew e ku em ê vê pêvajoyê nekin qurbana îstismara siyasî bi biryardariyê li yekîtiya xwe xwedî derkevin û bi hev ra jê xilas bibin. Em ê ligel kesên hewl didin yekîtiya me xirab bikin Tirkiyeya hêzdar înşa bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE