Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da mafên Tirkiyeyê hene"

Çavuşoglu li Antalyayê li Navenda Turîzmê ya Belekê bi Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê Georgîos Katrugalos ra di civîna çapemeniyê da axivî.

Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da mafên Tirkiyeyê hene"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Tu projeyên ku Tirkiye nayê daxilkirin an jî li derva tê hiştin rasteqîne nîne. Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de mafên Tirkiyeyê hene."

Çavuşoglu li Antalyayê li Navenda Turîzmê ya Belekê bi Wezîrê Karên Derva yê Yewnanistanê Georgîos Katrugalos ra di civîna çapemeniyê da axivî.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê rezervên hîdrokarbonê yên li rojhilatê Behra Spî û dora Qibrîsê da wiha got: "Tu projeyên ku Tirkiye nayê daxilkirin an jî li derva tê hiştin rasteqîne nîne. Di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da mafên Tirkiyeyê hene."

Mevlut Çavuşoglu balê kişand ser mizakereyên der barê Qibrîsê da wiha peyivî: "Em ji bo gotinê dest bi mizakereyan nekin. Bila bigihêje encamê, pêşiya wê vekirî nebe, em pêşiyê çarçoveya wê diyar bikin. Em dixwazin ku çareseriyeke ku herdu alî jî qebûl bikin çêbe."

Çavuşoglu destnîşan kir li qadên ku Komara Tirk ya Qibrîsa Bakur risxetê dide şirketên wan lêkolînên sîsmîk dikin û got ku di pêş da jî em ê dest bi xebatên sondajê bikin. 

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir mixabin Parlamentoya Ewropayê ji ber parlamenterên radîkal û nijadperest ku hejmara wan zêde dibe êdî her diçe ji platformeke ku nirxên hevbeş yên Ewropayê diparêze dûr dikeve.

Mevlut Çavuşoglu der barê eskerên derbekar yên ku piştî teşebûsa derbeyê ya FETOyê reviyan Yewnanistanê da wiha axivî: "Yewnanistana ku gelekî ji destê derbeyê kişandibû divê demildest îade bikira lê nebû, hûn jî em jî dizanin ku ew kes derbekar bûn. Wê şevê bi firokeya eskerî reviyan Yewnanistanê." 

Dîroka nûkirinê: 21 Adar 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE