Cotkarên Diyadîna Agriyê, di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de hay ji xwe dimînin û hilberîna xwe didomînin. xebatkarên seraya li gundê mola qerê, li ser 9 donim erdî, bi lepik û maskeyên xwe sebzeyan diçînin.
Cotkarên Diyadina Agriyê, li gorî tevdîrên ji bo nexweşiya koronayê çandiniya xwe didomînin.
Bi taybetî jî serayên li herêmê, ji bo bigihêjin sezonê bênavber dixebitin.
Xebatkarên seraya li gundê Mola Qera Diyadînê jî ji niha ve şitlên sebze û fêkiyan datînin.
Şitlên ku di nav 30-40 rojan de digihêjin, pişte re li piyaseyê tên firotin.