"Di çarçoveya xebatê da 8 bînayên birîsk hatin tespîtkirin"

Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Kurum: "Me di 10 avahiyên li der û dora avahiya ku hilweşiya da xebata rîskê kir. Di çarçoveya vê xebatê da 8 bînayên birîsk hatin tespîtkirin.

"Di çarçoveya xebatê da 8 bînayên birîsk hatin tespîtkirin"

Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Kurum: "Me di 10 avahiyên li der û dora avahiya ku hilweşiya da xebata rîskê kir. Di çarçoveya vê xebatê da 8 bînayên birîsk hatin tespîtkirin. Qasek berê me xwediyê van avahiyan ra xeber da. Me ji wan ra got di nav demê da emê van avahiyan hilweşînin û li herêmê projeya veguherînê ya bajarî çêbikin. Di vê pêvajoyê da wek Wezaret emê him alîkariya kirê bikin û him jî bi destê TOKIyê ya girêdayî wezareta me emê xebatan bimeşînin."

 "Avahiyên birîsk yên ku me tespît kirin heke hewce bike bê hilweşandin, emê hilweşînin, heke hewce bike bê saxlemkirin jî emê ji bo vê hişyariyê bidin."

 "Ez dixwazim ji vir bangî hemû gelê me bikim, heke avahiyên wan ên birîsk hebin bila tespît bikin. Dewleta me li gor telîmata Wezareta me û Birêz Serokomarê me her cure piştgiriya ku hewce dike, jixwe dike û wê bike jî."

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE