"Di çaryeka duyem a salê da di enflasyonê da geşedanên erênî wê çêbibin"

"Ji ber tevdîrên me dîtin em bendêne ku di nîva duyem a salê da him di enflasyonê û him jî kêmasiya carî da geşedanên erênî çêbibin."

"Di çaryeka duyem a salê da di enflasyonê da geşedanên erênî wê çêbibin"

Alîkarê Serokomar Fuat Oktay got "Ji ber tevdîrên me dîtin em bendêne ku di nîva duyem a salê da him di enflasyonê û him jî kêmasiya carî da geşedanên erênî çêbibin."

Oktay li Kuliyeya Serokomariyê ji Civîna Lijneya Kordînasyona Aboriyê ya Yekemîn ra serokatî kir.

Oktay anî ziman bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di polîtikayên aboriyê da hevkariya di navbera saziyan û tevdîrên li hemberî hemû geşadanan pir girîng e.

- "Di dawiya salê da îxracata me wê ji 200 milyar dolarî zêde be"

Alîkarê Serokomar Oktay got di dema şewba Kovîd-19ê da li hemû dinyayê di qada aboriyê da pirsgirêk çêbûn û wiha axivî: "Lê ji ber tevdîrên hatin dîtin aboriya Tirkiyeyê di çaryeka ewil a sala 2021î da ji sedî  7 mezin bû. Înşallah di çaryeka duyem da jî rêjeya mezinbûnê wê ji vê zêdetir be. Nîşaneyên xurt yên ku nîşan didin di dawiya salê da îxracata me wê ji 200 milyar dolarî zêde be hene. Ji ber tevdîrên me dîtin em bendêne ku di nîva duyem a salê da him di enflasyonê û him jî kêmasiya carî da geşedanên erênî çêbibin."

- "Di îlonê da Bernameya Wedeya Nîvekî ya heyama 2022-2024 jî tê da ye wê bê weşandin"

Oktay anî ziman mijareke girîng a aboriya Tirkiyeyê jî nexşerêya 3 salan ya nû ye û ew li gor polîtîkayên civakî û aboriyê wê amade dikin û wiha pê da çû: "Li gor pesendkirina Serokomarê me di nîvê ewil ê meha îlonê da em plan dikin ku Bernameya xwe ya Wedeya Nîvekî ya ku heyama 2022-2024 jî tê da ye, biweşînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE