"Di çaryeka ewil da em di asta ji sedî 5 da mezinbûnê texmîn dikin"

"Derfeta me heye ku em bibînin çiqas dowîz hatiye kirîn û firotin, ev zelal û eşkere ye

"Di çaryeka ewil da em di asta ji sedî 5 da mezinbûnê texmîn dikin"

Wezîrê Xezîne û Darayîyê Lutfî Elvan der barê niqaşên Rezerva Bankaya Navendî da wiha got: "Derfeta me heye ku em bibînin di bîlançoya Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) da çiqas dowîz hatiye kirîn û firotin, ev zelal û eşkere ye."

Elvan beşdarî weşana zindî ya televizyona NTVyê bû û pirsên der barê rojevê da bersivand.

 "Tu kesî di vê da bêrêtî nekiriye"

Wezîr Elvan der barê niqaşên Rezerva Bankaya Navendî ya 128 milyar dolarî da wiha got: "Derfeta me heye ku em bibînin di bîlançoya Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) da çiqas dowîz hatiye kirîn û firotin, ev zelal û eşkere ye. Tu kesî di vê da bêrêtî nekiriye. Ez di weşandina van daneyan da feydeyekê nabînim, lê helbet Bankaya Navendî dizane."

"Piştî kar qediya tê dîtin ka kîjan bankayê çiqas kiriye"

Elvan got îxaleyên kirîn û firotina dowîzan ên Bankaya Navendî berê tê eşkerekirin, heke rewşeke derasayî hebe di kirîn û firotineke rasteras çêdibe  û encamên vê jî bi raya giştî ra tê parvekirin û wiha dewam kir: "Alî tu carê hevdu nas nakin, piştî kar qediya tê dîtin ka kîjan bankayê çiqas kiriye."

Elvan anî ziman ew di çaryeka ewil da di asta ji sedî 5 da mezinbûnê texmîn dikin û wiha got: "Di çaryeka ewil da em di asta ji sedî 5 da mezinbûnê texmîn dikin. Di çaryeka duyem da bi tesîra bazê mezinbûneke cot reqemî wê çêbibe."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE