Di cendirmeyê de operasyona li dijî FETÖ’yê

Ji bo 23 sivîl û 14 leşkeran biryara binçavkirinê hat dayîn....

Di cendirmeyê de operasyona li dijî FETÖ’yê

Operasyonên li dijî feto’yê didomin. li Enqerê ji bo 37 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. ji qaşo rêvebirên rêxistinê 3 kes hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ev agahî parve kir.

Di çarçoveya lêpirsîna di Fermandariya Giştî ya Cendirmê de hat tespîrkirin ku 37 kesan bi rêxistinê re bi xeta telefonê ya operasyonel xeber dane.

Ji bo 23 qaşo rêvebirên sivîl (18 ji van karmendê dewletê ne) û 14 leşkeran biryara binçavkirinê hat dayîn

Hêzên ewlekariyê li Enqerê û 21 bajarên din operasyona hemdemî kirin.

Hat diyarkirin kir ji gumanbaran 3 kes qaşo rêvebirên rêxistinê ne.

Ji bo girtina gumanbarên fîrarî jî xebat didomin.

Dîroka nûkirinê: 02 Cotmeh 2018, 15:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE