"Di demeke herî kurt da eskerên Tirk wê li Azerbeycanê dest bi wezîfeya xwe bikin"

Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Alîkarên Wezîrê Parastina Neteweyî Şuay Alpay û Muhsîn Dere duh Pîşesaziya Feza û Asîmanî ya Tirkan (TUSAŞ) ziyaret kirin.

"Di demeke herî kurt da eskerên Tirk wê li Azerbeycanê dest bi wezîfeya xwe bikin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê tezkereya Azerbeycanê da wiha got: "Di demeke herî kurt da eskerên Tirk wê li Azerbeycanê dest bi wezîfeya xwe bikin. Fermandariya Hêzên Bejayê xebatên xwe temam kirine."

Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Alîkarên Wezîrê Parastina Neteweyî Şuay Alpay û Muhsîn Dere duh Pîşesaziya Feza û Asîmanî ya Tirkan (TUSAŞ) ziyaret kirin.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar der barê Tezkereya Serokomariyê ya şandina eskeran ji bona Azerbeycanê da diyar kir di demeke herî kurt da eskerên Tirk wê li Azerbeycanê dest bi wezîfeya xwe bikin û got ku Fermandariya Hêzên Bejayê xebatên xwe temam kirine.

Akar der barê Yewnanistanê da got ku ew destê dostaniyê dirêj dikin, lê Yewnanistan dijî vê hereketên herî şaş dike.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar ji bona gotinên hin siyasetmedarên Rojavayî yên dijî Azerbeycanê got ku bi şewitandin û xerakirinê sûcdarkirina artêşa Azerbeycanê xeflet û şaşiyeke mezin e.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE