Li Mûşa ku berfê heta navê avêtiye xwediyên keriyên pez piçek zehmetî dikişînin.
Li herêmê ji ber berf û pûka ku tesîra wê zêde ye herî zêde xwedîkerên heywanan bi tengasiyan ra rû bi rû dimînin. Li Mûşê stûriya berfê heta navê avêtiye û xwediyên pez û dewaran jî li ser berfê heywanên xwe xwedî dikin.
Xwediyên heywanan heke berî zivistanê ji bo keriyên pezên xwe amadehiya ka, giya û êm nekiribin zêdetir perîşan dibin lê heke qet kêmasî tunebe jî vê carê di berf û sermayê da xwedîkirina pez li gor demsalên din zehmetir e.
Hamdullah Ardilê ku li ji gundê Gultepeyê ye û xwedî keriyê pez e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew di mehên zivistanê da ji bo xwedîkirina pez zêdetir kedê didin û dixebitin.
Ardil destnîşan kir ku ew rojê çar caran êm û giya dide ber pez û wiha dewam kir: "Nêzî zayîna pez e. Bi taybetî jî divê em êm û kaya li ber heywanên zayîne zêdetir bikin û wan baş xwedî bikin. Lewra heke ev neyê kirin şîr kêm dibe û berxik wê birçî bimîne. Ji ber vê jî em di mehên havînê da ji bo ka û êm tewdîrên xwe hildidin. Hin caran jî demsala zivistanê zêde diajo û em di mijara ka û êm da zehmetiyê dikişînin û ji bo temînkirinê hewl didin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Akar destnîşan kir ku ew serê sibehê zû radibe û wiha domand: "200 mî û bizinên min hene. Ez seranserê zivistanê bi qasî 80 ton ka û giya dikim ber wan. Di mehên zivistanê da ji bo me xwedîkirina pez zehmetir e."AA