"Di dewsa mutefîqekî dibe hedefa terorê da tercihkirina rêxistineke terorê xeletiyeke dîrokî ye"

Serokomar Erdogan der barê meseleya F-35an û S-400î da wiha axivî, "(Ji Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ra) Min got li bendê nebin ku Tirkiye di meseleya F-35an û S-400î da gavên cuda biavêje. Lewra me di mijara F-35an da wezîfeya xwe kir."

"Di dewsa mutefîqekî dibe hedefa terorê da tercihkirina rêxistineke terorê xeletiyeke dîrokî ye"

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Di dewsa ku li cem mutefîqekî dibe hedefa terorê da cî bigirin tercihkirina rêxistineke terorê ya êrîşî mutefîq dike xeletiyeke dîrokî ye."

Erdogan di serdana xwe ya li Azerbaycanê da pirsên rojnamevanan bersivand.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di NATOyê da serokên dinyayê di mijara têkoşîna Tirkiyeyê ya dijî YPG/PKK, FETO û DEAŞê da agahdar kirine û wiha axivî, "Di dewsa ku li cem mutefîqekî dibe hedefa terorê da cî bigirin tercihkirina rêxistineke terorê ya êrîşî mutefîq dike xeletiyeke dîrokî ye. Kesên destekê didin rêxistinên terorê û destê xwe li pişta wan didin zû yan jî dereng wê fehm bikin ku xeletiyeke çiqas mezin dikin."

Erdogan diyar kir piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Efxanistanê Tirkiye dikare li vir berpirsyariyeke mezin hilde.

Serokomar Erdogan der barê meseleya F-35an û S-400î da wiha axivî, "(Ji Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ra) Min got li bendê nebin ku Tirkiye di meseleya F-35an û S-400î da gavên cuda biavêje. Lewra me di mijara F-35an da wezîfeya xwe kir."

Erdogan ji bona pirsgirêkên di navbera Azerbaycan û Ermenistanê da wiha peyivî, "Divê Ermenistan êdî gavên meriv jê bawer bike biavêje. Bi Azerbeycanê ra parvekirina nexşeya mayînên ku bi cî kiriye di vî warî da wê gaveke girîng be."

Serokomar Erdogan der barê vekirina korîdora Zengezurê da diyar kir texmîn nakim ku Rûsya bixwaze bi derengî bixe û wiha got, "Berevajiyê vê di hewayeke erênî da ye. Di demeke nêzik da ez ê bi Vladimîr Putînê Serokê Rûsyayê ra biaxivim."

Erdogan der barê xebatên aşiya Kovîd-19ê da destnîşan kir ji ber pêvajoya aşîkirinê ya zêde li gelek ciyan rehetî çêbûye û got ku hêvî dikim ku di Îlon-Cotmehê da em jî aşiya xwe derxin.

Serokomar Erdogan ji bona nazmediya serokomariyê diyar kir namzedê Îtifaqa Cumhur eşkere ye û got ku loma jî min eleqedar nake ku wê kî derkeve hemberî min.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE