Di doza Baregeha Akinciyê da biryar hat eşkerekirin

Rûniştina dozê bi destê Dadgeha Cezayê Giran ya 4emîn ya Enqereyê li Kampusa Saziyên Înfaz û Cezayê ya Sîncanê hat dîtin.

Di doza Baregeha Akinciyê da biryar hat eşkerekirin

Di doza Baregeha Akinciyê da ku 15ê Tîrmeha 2016an da di hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahê (FETO) da wek navenda îdarekirinê hat emilandin biryar hat eşkerekirin.

Rûniştina dozê bi destê Dadgeha Cezayê Giran ya 4emîn ya Enqereyê li Kampusa Saziyên Înfaz û Cezayê ya Sîncanê hat dîtin.

Kemal Batmaz, Hakan Çîçek, Nurettîn Oruç û Harun Bînişê sivîl yên hewla derbeyê ji Akinciyê îdare kirin cezayê hepsa hetahetayî ya 79 caran girankirî xwarin.

Bekir Ercan Vanê Fermandarê Baregeha Tankêran ya 10emîn ya Încirlikê yê berê ku ji pîlotên êrîşî Enqereyê dikirin ra sotemenî peyda dikir cezayê hetahetayî ya 79 caran girankirî xwar.

Hakan Karakuşê serhengê berê ku di hewla derbeyê ya di 15ê Tîrmehê da pîlotên balafirên F-16an yên derbekar îdare dikir cezayê hepsa hetahetayî yê 79 caran girankirî xwar.

Fatîh Yarimbaşê serbazê berê yê li ser serê ekîba ku dixwestin Zekaî Aksakalliyê Fermandarê Fermandariya Hêzên Taybet yê wê demê derdest bikin cezayê hepsa hetahetayî ya 9 caran girankirî xwar.

Ji bo Mustafa Mete Kaygusuzê yuzbaşiyê berê yê di dema hewla derbeyê da telîmatên bombekirinê dida F-16an 79 caran cezayê hetahetayî hat dayîn.

Ugur Uzunogluyê pîlotê berê ku di dema hewla derbeyê da Daîreya Herekata Taybet ya Polêsan bombe kir cezayê hepsa hetahetayî ya 45 caran girankirî xwar.

Bînbaşiyê pîlot ê berê Mustafa Azîmetliyê Daîreya Esmaniyê ya Polêsan bi lazerê va îşaret kiribû cezayê hepsê yê muebet ya 79 caran hatiye girankirin hilda.

Ji bo Mehmet Fatîh Çavurê binbaşiyê berê yê di dema hewla derbeyê da herî pêşiyê bi F-16ê firîbû 79 caran cezayê hepsa hetahetayî hat dayîn.

Ji bo Mustafa Ozkanê usteymenê berê yê di hewla derbeyê da bombe avêtibû Midûriyeta Ewlekariyê ya Enqereyê 3 caran cezayê hepsa hetahetayî hat dayîn.

Li pîlot Muslîm Macîtê di dema hewla derbeyê da ku 15 kesên nêzî Qesra Serokomariyê şehîd kiribû cezayê heta bi hetayê yê 16 car girankirî hat birîn.

Huseyîn Turkê pîlotê berê ku Daîreya Herekata Taybet ya Polêsan û Meclisê bombe kir cezayê hepsa hetahetayî ya 79 caran girankirî xwar.

Cezayê hepsa hetahetayî yê girankirî dan Tîmurcan Ermîşê tuxgeneralê berê yê di hewla derbeyê da Galîp Mendiyê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan derdest kiribû.

Pîlot Mehmet Yurdakul û Îlhamî Aygulê di hewldana darbeyê da Midûriya Ewlehiya Enqereyê bombe kiribûn cezayê hepsê ya hetahetayî ya 3 caran hatiye girankirin hildan.

Pîlot Mehmet Çetîn Kaplan û Ertan Koralê di hewldana darbeyê da Daîreya Esmanî ya Ewlehiyê bombe kiribûn cezayê hepsê ya hetahetayî ya 8 caran hatiye girankirin hildan.

Ji bo Veysel Kavakê mîralayê berê yê Sekreterê Giştî yê Fermandariya Hêzên Hewayê yê heyamê 79 caran cezayê hepsa hetahetayî yê girankirî hat dayîn.

Li pîlot serhengê berê Hasan Husnu Balikçiyê ku di dema hewla derbeyê bi ser Meclisê da bombe barand cezayê hetabihetayê yê 79 caran girankirî hat birîn.

Recep Samî Ozatakê Serokê Daîreya Pergalên Serokatiya Lojîstîk ya Fermandariya Hêzên Esmanî yê berê cezayê hepsa hetahetayî ya 79 caran girankirî xwar.

Serefserê berê Ahmet Tosunê ku di hewldana darbeyê da cihên wê bên bombebarankirin ji pîlotên F-16yan ra gotibû cezayê hepsê ya hetahetayî ya 79 caran hatiye girankirin hilda.

Ji bo Kemal Mutlumê tuxgeralê berê yê hewl dabû Navenda Herekatê ya Hêzên Hewayê zeft bike 79 caran cezayê hepsa hetahetayî ya girankirî dan.

Alî Durmuşê serbazê berê ku di 15ê Tîrmehê da li Sekreteriya Giştî ya Fermandariya Hêzên Esmanî wezîfedar bû cezayê hepsa hetahetayî ya 79 caran girankirî xwar.

Di doza Akinciyê da bînbaşiyê berê Murat Bîcîlê ku di dema hewldana darbeyê da Efserê Plana Hereketê bû cezayê hepsê ya hetahetayî ya 79 caran hatiye girankirin hilda.

Alî Karabulutê serdarê berê yê di hewla derbeyê da serbazê herekatê yê Fîloya 143yemîn bû cezayê hepsa hetahetayî ya 79 caran girankirî xwar.

Di doza Akinciyê da biryar hat dayîn ku tevî serkirdeyê FETOyê Fetullah Gulen û îmamê sivîl Adil Oksuz dosyeya 6 bersûcên firar bê cudakirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE