Di doza Berberoglu û Gul da biryar

Erdem Gulê bersûcê negirtî û parêzerên wî beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Stenbolê bûn û Enîs Berberogluyê bersûc beşdarî rûniştinê nebû

Di doza Berberoglu û Gul da biryar

Di doza Erdem Gulê Şaredarê Adalarê û Enîs BerberogluParlamenterê Stenbolê yê CHPyê ya li ser sekinandina tirên MÎTê bi hinceta "her çiqasî di hîyerarşiya rêxistina terorê ra cî negrin jî bi zanatî û dildarî alîkirina rêxistinê" dihatin darizandin da biryar hat dayîn ku doza Gul saqit be û ji bo Berberoglu jî lazim nake hikmek were dayîn.

Erdem Gulê bersûcê negirtî û parêzerên wî beşdarî rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 14an a Stenbolê bûn û Enîs Berberogluyê bersûc beşdarî rûniştinê nebû.

Di rûniştinê da Gulê bersûc û parêzerên wî parastina xwe ya dawîn dan û heyeta mihkemeyê diyar kir ku ew ê ji bo dosyeyê biryarê bidin, biryara girtîbûnê ya li ser rûniştinê hat rakirin û derbasî rûniştina eşkere bûn.

Piştî ku biryara girtîbûnê hat rakirin şopîner û rojnamevan hildan salonê.

Heyeta mihkemeyê biyara xwe eşkere kir û diyar kir ku ji bo Erdem Gul biryar hat dayîn ku doza wî ya bi hinceta "her çiqasî di hîyerarliya rêxustuna terorê ra cî negrin jî bi zanatî û dildarî alîkirina rêxistinê" hatibû vekirin saqit bibe, ji bo Enîs Berberogluyê Parlamenterê CHPyê jî biryar hat dayîn ku ji bo wî hikmek neyê dayîn û doz were girtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Gulan 2019, 16:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE