Di doza der heqê Nazli Ilicakê da biryar

Ilicakê ji ber sûcê "eşkerekirina zanyariyên der heqê ewlehiya dewletê da ku divê veşartî bimana" 5 sal û 10 meh cezayê hebsê xwar.

Di doza der heqê Nazli Ilicakê da biryar

Rojnameger Nazli Ilicakê ji ber sûcê "eşkerekirina zanyariyên veşartî yên der heqê ewlehî û berjewendiyên siyasî yên dewletê da" 5 sal û 10 meh cezayê hebsê xwar.

Nazli Ilicaka ku ji ber sûcekî din girtî ye, bi rêbaza SEGBÎSê beşdarî danîşîna pêncemîn a li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 26emîn bû.

Di danîşînê da ji Nazli Ilicakê parastina wê ya herî dawîn hat pirskirin û wê jî wiha bersiv da, "Hin belgeyên nû ketine dosyeyê û ez nû pê hisiyam. Miheqeq divê ez bibînim, heger ez nebînim ez nikarim parastinê bikim. Hûn niha wekî heyeteke nû li vê dozê mêze dikin, we pêvajoya dozê neşopand. Ez wer difikirim ku ev yek li dijî darizandina dadwerane ye. Heger hûn nehêlin ez belgeyên nû bibînim û hûn bi vî awayî li ser min ferz bikin ku parastinê bikim, ev yek jî berevajiyê darizandina dadwerane ye."

Heyeta dadgehê jî biryara xwe ya der heqê dozê da eşkere kir û ragihand ku çalakiya Ilicakê dikeve ber madeya 329/1 a Qanûna Cezayê ya Tirk ku ew jî "eşkerekirina zanyariyên ku divê veşartî bimînin yên der heqê ewlehî û berjewendiyên dereke û navxweyî yên siyasî yên dewletê da" ye.

Heyetê ji ber vî sûcî 7 sal cezayê hebsê da Ilicakê û paşê jî rabirdo û bêsabiqetiya berşikê li ber çavan girt û cezayê wê qederekê berjêr kir û vegerand 5 sal û 10 meh cezayê hebsê.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE