Di doza Mehmet Baransu ya "belgeyên veşartî yên dewletê îfşa kir" da biryar hat dayîn

Mehmet Baransuyê nivîskarê rojnameya Tarafê ya hatiye girtin ji ber belgeyên veşartî yên dewletê îfşa kir, 17 sal û mehek cezayê hepsê xwar

Di doza Mehmet Baransu ya "belgeyên veşartî yên dewletê îfşa kir" da biryar hat dayîn

Di doza Mehmet Baransuyê nivîskarê rojnameya Tarafê ya ku hatiye girtin û midûrê karûbarên nivîsê yê berê Murat Şevkî Çoban da biryar hat dayîn.

Baransu û Çoban ji ber nûçeya ku serenivîsa wê "Biryara xilaskirina Gulen di 2004an da di MGKyê da hat dayîn" û bi hinceta "belgeyên veşartî yên dewletê îfşa kirin" dihatin darizandin. Baransu 17 sal û mehek cezayê hepsê hilda û Çoban jî hat berdan.

Doz li Mehkemeya Cezaya Giran a 2yemîn ya Anadoluyê çêbû.

Şikbar Murat Şevkî Çoban beşdarî mehkemeyê nebû, lê Mehmet Baransuyê ji ber sûcekî din girtiye bi rêya pergala deng û dîmenê beşdarî rûniştina mehkemeyê bû. Parêzerê Xezîneyê jî li ser navê Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) û Rêxistina Îstihbaratê ya Neteweyiyê (MÎT) amade bû.

Fîgen Albuga Çalikuşuya parêzera Çoban xwest ew bê berdan.

Baransu ji di mehkemeyê da xwest ku ew bê berdan.

Parêzerê Xezîneyê jî xwest şikbar bên cezakirin.

Mehkemeyê ji ber "belgeyên veşartî yên dewletê îfşa kiriye" 17 sal û mehek cezayê hepsê da Baransu.

Ji bo Murat Şevkî Çoban jî hat gotin belgeyên teqez û ji şikê dûr tune ne ku ew sûcdar e, ji ber vê biryar hat dayîn ku ew bê berdan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE