Di doza êrîşa li Kuçeya Merasîmê biryar

Di doza der heqê êrîşa bibombe ya li Kuçeya Merasîmê ya Enqereyê ku 29 kes miribûn da ji her yekî ra cezayê muebeta 30 carî girankirî dan 6 berşikan.

Di doza êrîşa li Kuçeya Merasîmê biryar

Di doza serekî ya KCKyê li Wanê ku bi biryara "betalkirinê" ya Daîreya 16emîn a Cezayê ya Dadgeha Bilind a Dadrêsê va cardin dest pê kiribû da di navbera 6 sal û 3 meh û 8 sal û 9 mehan da cezayê hebsê dan 13 berşikên ku di navê da Şaredarê berê yê Bajarê Mezin Wanê Bekir Kaya jî heye.

Dosye piştî biryara betalkirinê ji Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Wanê ra hat şandin. Li dadgehê jî berşik beşdarî danîşîna biryarê nebûn, lê parêzerên wan amade bûn.

Parêzeran tawanbariyên der heqê miwekîlên xwe da red kirin û xwestin ku bên berdan.

Heyeta dadgehê ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê PKK/KCKyê" ji Şaredarê berê yê Bajarê Mezin Wanê Bekir Kaya, Cuneyt Caniş, Nezahat Erguneş, Halis Çakir, Metin Adugit, Mihriban Şah, Murat Durmaz û Veli Avci ji her yekî ra 8 sal û 9 meh, ji Îhsan Guler, Abdulkerim Sayan, Mehmet Şirin Yildiz û Derviş Polat ji her yekî ra 7 sal û 6 meh ji Hecer Sarihan ra jî 6 sal û 3 meh cezayê hebsê birî.

Heyetê biryar da ku berşik Kaya hikmen were girtin û herwiha der heqê yên mayîn da jî biryara girtinê derxist.

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2018, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE