Di doza êrîşa terorê ya li Veznecilerê cezayê rekor yê hebsê

Derbarê doza êrîşa terorê de ya ku 7ê hezîrana 2016an li Veznecilerê ji aliyê PKKya rêxistina terorê ve hatibû lidarxistin û tê de 6 ji wan polîs 12 kesan canê xwe ji dest dabû cezayê rekor ê hebsê hat dayin

Di doza êrîşa terorê ya li Veznecilerê cezayê rekor yê hebsê

Derbarê doza êrîşa terorê de ya ku 7ê hezîrana 2016an li Veznecilerê ji aliyê PKKya rêxistina terorê ve hatibû lidarxistin û tê de 6 ji wan polîs 12 kesan canê xwe ji dest dabû cezarekor ê hebsê hat dayin.

Di doza ku tê de di nava wan de serkirdeyên rêxistina terorê Murat Karayilan, Duran Kalkan û Cemil Bayik jî hene, 11 ji wan firarî, 8 girtî, 22 gumanbar têne darizandin, 2 ji wan 13 caran, yek ji wan 12 caran cezayê hebsa girankirî ya heta hetayî xwarin.

Di dadbîniya ku li 27emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê birêve çû de, gumanbaran berevaniya xwe kir. Gumanbaran sucdarkirinên di derbarê xwe de qebûl nekirin.

Heyeta dadgehê destnîşan kir ku dê ji bo dosyeyê biryarê bide û piştre mafê axaftina dawîn da gumanbaran. Gumanbaran yek bi  byek mafê axaftinê sitendin û daxwaza beraetê kirin.

Dadgehê biryar ragihand û ji ber sucê "îhlala Destûrê" tevî sucê "kuştina bi qestî" ya 12 kesan bi giştî 13 car girankirî cezayê hebsa hetahetayî da Eyup Sever û Murat bal.

Heyetê herwiha ji bo wan herdu gumanbaran ji ber çalakiya dijî 44 kesên ku di êrîşa Veznecilerê de birîndar bûn ji sucên "bi qesdî hewla kuştinê" û "bê îzin didest xwe de hiştina maddeyên xetere" heryekê 893 sal cezayê hebsê qut kir.

Heyeta dadgehê ji bo gumanbar Gulşen Bahadirê jî ji sucê "bi qesdî kuştina" 12 kesan 12 car girankirî cezayê hebsa hetahetayî, ji sucên "bi qesdî hewla kuştinê" û "bê îzin didest xwe de hiştina maddeyên xetere" jî bi giştî 893 sal cezayê hebsê birî.

Dadgehê ji bo Gamze Zere Karadagê ku di doza êrîşa terorê ya li Beşîktaşê weke gumanbar tê darizandin, bi sedema ku di êrîşa Beşîktaşê de ji bo kuştina 39 ji wan polîs kuştina 46 kesan alîkarî kiriye, 920 sal, di heman bûyerê ji sucê "alîkariya kuştina bi qesdî kuştinê" dijî 242 kesan, 2 hezar û 420 sal, ji sucê "bê îzin didest xwe de hiştina maddeyên xetere" 6 sal û ji sucê "îhlala Destûrê" 20 sal, bi giştî 3 hezar û 366 sal cezayê hebsê birî.

Heyeta Dadgehê ji bo gumanbar Abdulsittar Balsak, Fahrî Demircan û Mehmet Nur Pala jî ji sucê "endambûna rêxistina terorê ya çekdar" cuda cuda 8 sal û 9 meh, ji bo gumanbar, Ahmet Erdem, Mehmet Yener, Şerafettin Yilmaz û Hasan Turan jî cuda cuda 7 sal û 6 meh cezayê hebsê birî.

Heyetê biryar da ku dosyeya serkirdeyên terorê yên ku derheqê wan de bultena sor heye, Murat Karayılan, Duran Kalkan, Cemil Baykk digel Abdullah Korhan, Mehmet Şukru Kahraman, Resul Sain, Ramazan Açıkgoz, Nuriye Keşbir, Mustafa Karasu, Hulya Oran û Elif Yildirim, veqetîne.

Heyetê hukumda ku rewşa girtîbûna Gumanbar Eyup Sever, Murat bal, Gamze Zere Karadag û Gulşen Bahadir bidome.

Herwiha biryar da ku gumanbar Mehmet Nur Pala, Ahmet Erdem, Abdulsittar Balsak û Şerafettin Yilmaz bi merca kontrola edlî serbest bên berdan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE