Ji ber betalkirina Dadgeha Bilind doza Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokguzê di dema bûyerên tundiyê yên bi behaneya Eynulerebê (Kobanî) 6-7ê Cotmeha 2014an da qewimîn da hatin kuştin, ji nû va hat kirin. Dozger di çarçoveya dozê da ramana xwe parve kir.
Di rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Enqereyê hat kirin da bersûcên girtî û parêzerên gilîkaran beşdar bûn. Parêzerên hin bersûcan qet xeber nedan û beşdarî dozê nebûn, ev yek jî hat nivîsîn.
Serokê Dadgehê sedema biryara navberê ya rûniştina berê û ewraqa bo dosyeya dozê hatibû xwend û der heqê vê da li herdu aliyan guhdar kir. Paşê jî ji bo pêşkeşkirina ramanê dora xeberdanê da dozger.
Dozger di ramana xwe da ji bo 20 bersûcî ji ber sûcê kuştinê yê hovane cezayê hepsa hetahetayê ya girankirî xwest.
Biryara dozê taloqî 25ê Hezîranê hat kirin.
AA