Di dîroka Emerîkayê de koleyê ewil ê misilman

Bîranînên nivîskî yên Ömer Îbnî Seîd li ser înternetê hatin belavkirin

Di dîroka Emerîkayê de koleyê ewil ê misilman

Ömer Îbnî Seîd misilman bû û li gundekî senegalê yê efrîqayê dijî. di sala 1807’an de emerîkayiyan êriş dan ser gundê wî, gelek gundî qetil kirin û ev jî dîl hat girtin. seîd dema hat dîlgirtin 37 salî bû û jiyana xwe ya piştî vê, wek koleyekî derbas kir.

Omer Îbnî Seîd serpêhatiyên xwe wek rojane, li ser defterekê dinivîsî. Kitêbxaneya Kongreyê ya Emerîkayê ev deftera kevnare peyda kir, heqê wê kirî û li ser întertê belav kir.

Piştî ku defter hat belavkirin rûyê emperyal ê rojavayiyan careke din aşkera bû. Di defterê de serpêhatiyên wisa hene ku yên defterê dixwînin, dilê wan dişewite.

Îbnî Seîd serpêhatiyên xwe bi destê xwe nivîsîne û di nivîsa xwe de wiha dibêje: “Rojekê artêşa mirovên xirab hate gundê me. Gelek gundî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Ez jî dîl girtim. Ez bi keştiyê anîme bajarê Carlestonê yê eyaleta Karolînayê. Dema em ji keştiyê peya bûn, ez firotime kafirekî ku navê wî Jonshon bû. Jonshon mirovekî gelek zalim bû û zilmeke mezin li kesên derdorê xwe dikir. Welhasil gelek tiştên ecêb, zalim û rezil hatin serê min.”

Ji ber ku ev nivîs wek belgeyeke dîrokî ye, Îbnî Seîd jî di dîroka Emerîkayê de wek koleyê ewil ê misilman tê qebûlkirin.

mirovên pispor li van nivîsan dinêrin, qebûl dikin ku Omer Îbnî Seîd xwande ye, teqez di jiyana xwe ya azad de perwerdeheyeke baş dîtiye û di malbateke dewlemend de mezin bûye.

Dîroka nûkirinê: 23 Çile 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE