Di enqaza balafira ku li Çiyayên Apenînê ya di navbera Toskana û Emilia-Romagnaya herêmên Îtalyayê ketibû da cesedê 5 kesan hat dîtin.
Li gor nûçeya ajansa ANSAyê ya Îtalyayê, di enqaza balafira ku li Çiyayên Apenînê taxa Cusnayê da cesedê 5 kesan hat dîtin.
Enqaz li cihekî 1922 mêtro bilind e û ji bo dîtina 2 cesedên din jî ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hewl didin.
Di 9ê hezîranê da balafireke jê 4 Tirk, tevahî 7 kes tê da bûn ji Lucaya bajarê Îtalyayê bi rê ketibû ku here Trevîsoyê.
Piştî demekê balafir ji xeta radarê derketibû û ji wê rojê vir va rayedar, hêzên ewlehiyê û dildaran hewl didan ku xwe bigihînin balafirê.AA