Di erdheja Bîngolê da hin malan zirar dît

Ji ber erdheja li Kixiya navçeya Bîngolê çêbû li Qereqoçanê di 4 xanî û tewleyan da zirar çêbû.

Di erdheja Bîngolê da hin malan zirar dît

Ji ber erdheja li Kixiya navçeya Bîngolê çêbû li Qereqoçanê di 4 xanî û tewleyan da zirar çêbû.

Di erdheja bi lerza 5,2yê ya li Bîngolê da Quşbayiri, Çelebî, Yêşîlbelen, Sarixan û Çana gundên Qereqoçana navçeya Elezîzê di tesîra erdhejê da man.

Hin welatiyên di erdhejê da tirstiyan ji ber xetereya tepbûna malên xwe şeva xwe li derva derbas kirin.

Kayhan Mutluyê ji nûçegihanê AAyê ra qala dema erdhejê kir got ku di mala wan da zirar çêbû.

Mutlu got di dema erdhejê da bi zarokên xwe ra televizyon temaşe dikir û wiha axivî: "Bi carekî erd hejiya. Em gelekî tirsiyan û em nikarin razên. Em li derva ne û li benda alîkariyê ne."

Sakîne Tokayê jî got dema erd hejiya em gelekî tirsiyan û wiha axivî:

"Bavê min xeriqî. Di malên me da zirar çêbû, dîwar derizîn. Em şeva xwe li derva derbas dikin."

Berîvan Tayarê jî got ji ber ku tiştek bi tu kesî nehat kêfxweş bûn û wiha pê da çû:

"Beriya erdhejê ez çûm mitfaxê. Erd hejiya. Min ji tirsana xwe avêt derva. Zirareke mezin li mala me ket û em li derva ne. Lewra em ditirsin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE