Di erdheja navend Îran bû da li Vanê 9 kes mirin

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir ku piştî erdheja li Îranê, li Vanê jê 3 zarok, bi tevahî 9 welatî mirin

Di erdheja navend Îran bû da li Vanê 9 kes mirin

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyand piştî erdheja li Îranê li Vanê jî tesîr çêbû û 9 welatî mirin.

Soylu li Navenda Kordînasyona AFADê ya Elezîzê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê da got li Xoya bajarê Îranê di saet 08.53yan da bi lerza 5,9an erd hejiya. 

Wezir Soylu got Başkaleya navçeya Vanê û bajarê Xoyê li ser sînor nêzîkî hevdu ne, ji ber vê tesîra erdhejê li Wanê jî çêbû û wiha axivî: "Li gor agahiyên gihîştên me li gundên Kaşkol, Guvenlîk, Gelenler û Ozpinarê yên li ser Başkaleya navçeya Wanê mirî hene û zirar çêbûye. Me ev agahî dan birêz Serokomarê me jî. Tîmên me yên AFADê gihîştin gundê Ozpinarê ya Wanê, hindik ma bigîhîjin cihên din jî. Tê gotin welatiyên me di binê enkazê da ne." 

- "8 welatiyên me di erdhejê da mirin"

Der barê mirî û birîndaran da jî Soylu wiha got: "Li gor agahiyên gihîştin destê me jê 4 mezin û 3 jî zarok 9 welatî mirin rehma Xwedê li wan be. Jê 6 li gundê Ozpinarê, yek jî li gundê Guvenlîkê. 5 welatiyên me yên birîndar bûn jî gihandin nexweşxaneyê. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin. Emê agahiyên ji qadê bên bigîhînin raya giştî. Li gor agahiya Wezareta Karên Navxweyî Îranê tu alîkariyeke navneteweyî nexwestiye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE