Serokatiya Rêveberiya Reşa Acîl Afetê (AFAD) a Wezareta Navxweyî ragihand ku hejmara miriyên di erdheja Îzmîrê de derket 114an û dermankirina 137 kesan berdewam e.
Li gor daxuyaniya ku ji AFADê hate dayîn, piştî 6,6 erdheja 30ê Cotmehê ya li peravên Îzmirê, lerza wan ji 4ê zêdetir 45 erdhej, bi tevahî 1713 erdhejên piçûk çêbûn.
Di erdhejê da 114 welatiyan wefat kir. Ji 1035 welatiyên ku birîndar bûne jê 898 piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketine, tedawiya 137 welatiyan dewam dike.
Li Îzmirê hê di binê 2 avahiyan da xebatên lêgerîn û xelaskirinê tên kirin.