Di eskeriya biberdêl de celba yekemîn diyar bû

Di eskeriya biberdêl da ji bona heyama celba yekem yekîneyên kesên ku wê perwerdeya eskeriya sereke hildin ji ser e-dewletê hat weşandin.

Di eskeriya biberdêl de celba yekemîn diyar bû

Di eskeriya biberdêl da ji bona heyama celba yekem yekîneyên kesên ku wê perwerdeya eskeriya sereke hildin ji ser e-dewletê hat weşandin.

Kesên ku heta niha serlêdan kirine û wê eskeriya biberdêl bikin, ji bo wan sê heyamên celbê hatin kifşkirin û agahiyên celba yekemîn li ser pergala e-dewletê hat weşandin.

Agahiyên yekîneyên ku wê lê perwerdeya eskeriyê hildin digel pergalê wê wek peyam jî ji kesên eskeriya biberdêl dikin ra werin şandin.

Di celba ewil da sewqa ewil di 15ê îlonê da dest pê dike, sewqa duyem di 6ê cotmehê da ye û sewqa sêyem jî di 27ê cotmehê da ye.

Agahiyên sewqê yên celba duyem jî wê di 6ê îlonê da, agahiyên celba sêyem jî wê di 27ê îlonê da li ser e-dewletê were îlankirin.

Kesên ku di hersê celbên ewil da cih negrin jî wê plankirina celba wan piştî 3yê mijdarê were eşkerekirin.

Kesên ku kar û barên hewce bi dereng bixin, wê ji çarçoveya eskeriya biberdêl werin derxistin.

 

 


AA

Dîroka nûkirinê: 28 Tebax 2018, 15:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE