Di etîketên xwemalî de erzanî heye

Esnafan berhemên xwe yên bi etîketên xwemalî % 10 erzan kirin

Di etîketên xwemalî de erzanî heye

Êdî di etîketan de logoya hilberîna xwemalî tê bikaranîn. Esnafên Midyadê jî li ser berhemên xwemalî kampanyayek dan destpêkirin. Berhemên ku li ser wan etîketên xwemalî hene ji sedî 10 erzan difroşin.

Etîketên berê derxistin û yên nû pê ve kirin.

Li ser etîketan wê êdî logoya xwemalî bê bikaranîn.

Esnafên Midyadî jî him etîketên nû bi mal û berhemên xwe ve kirin him jî ji bo piştgiriya aboriya welêt erzanî kirin.

Di çarçoveya kampanyayên micadeleya bi enflasyonê re esnaf û xelkê Midyadê jî pişgirî dan.

Esnafên Midyadî li ser kampanyayê berhemên xwe ji sedî 10 erzan kirin.

Xelkê Midyadê jî dixwazin bi berhemên xwemalî danûstendinê bikin ku feyde bigihêje ekonomiya welêt.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE