Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Cahît Turhan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku cejna Eyda Remezanê dê sibê dest pê bike, ji ber vê tê payîn ku bi milyonan welatî derkevin rê.
Turhan mizgînî da ji bilî yên ku bi modela çêke- bi kar bîne- dewr bike pire û rêyên ku ji hêla Midûriya Giştî ya Rêbejan va tên şixulandin dê ji 1ê hezîranê saet 00.00ê heta 10ê hezîranê saet 07.00ê bêpere bin, Turhan da zanîn ku sepan dê heta 10ê hezîranê roja duşemê saet 07.00ê dewam bike.
AA