Di eydê da rê, pire û wesayîtên şaredariyê yên di xizmeta gel da wê belaş bin

Di betlaneya Eyda Qurbanê da rê û pireyên malê Midûriyeta Giştî ya Rêbejan û wesayîtên şaredariyê yên gihandinê ku gel bo çûn û hatinê bikar tîne wê belaş bin

Di eydê da rê, pire û wesayîtên şaredariyê yên di xizmeta gel da wê belaş bin

Di seranserê betlaneya Eyda Qurbanê da rê û pireyên malê Midûriyeta Giştî ya Rêbejan û wesayîtên şaredariyê yên gihandinê ku gel bo çûn û hatinê bikar tîne, bi biryara Serokkomar a di Rojnameya Fermî da weşiya, wê belaş bin.

Li gorî biryara bi mohra Serok Recep Tayyîp Erdogan weşiya sepandina ji bo Eyda Qurbanê wê di 30ê Tîrmehê roja pêncşemiyê saet 00.00î (êvara çarşemiyê) da dest pê bike û heta saet 07.00ê serê sibeha 4ê Tebaxê wê dewam bike. Projeyên çêke-bişixulîne-dewr bike ne tê da hemû rê û pireyên ku malê Midûriyeta Giştî ya Rêbejan ne wê ji bo çûn û hatina wedsayîtan belaş bin.

Di çarçoveya heman biryarê da li seranserê Tirkiyeyê hemû wesayitên komî yên gihandinê ku di bin rêvebirina şaredariyan da ne jî wê di 31ê Tîrmehê saet ji 24.00an dest pê bikin û heta saet 24.00ê 3ê Tebaxê ji bo welatiyan belaş xizmetê bidin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE