Di eydê de wê kontrola trafîkê bê zêdekirin

Ji bo kontrola li ser riyan wê 210 hezar û 352 personel bixebitin 

Di eydê de wê kontrola trafîkê bê zêdekirin

seranserê betlaneya eyda qurbanê wê li ser riyan kontrol bên zêdekirin. zêdetirî 210 hezar personel wê li ser riyan wezîfedar bin. tevdîrên ku wê di 7ê tîrmehê de dest pê bikin, dê heta 18ê tîrmehê dewam bikin. Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiyan re giştînameya derbarê tevdîran de şand. 

Bi hezaran personelên trafîkê wê li ser riyan bin. 

Kontrolên ku wê beriya eydê dest pê bikin wê piştî eydê jî dewam bikin. 

Di navbera 7 û 18ê Tîrmehê de li ser riyan 210 hezar û 352 personel dê wezîfedar bin.  

Wezareta Navxweyî derbarê tevdîrên trafîkê de giştînameyek weşand.  

Di betlaneya eydê de ji bo otobusên di nav bajaran de jî tevdîrên berfireh hatin girtin. 

Li ser îxtimala ku ajokar bêxew bin, personel wê di navbera saetên 5 û 7ê sibehê de ajokaran bidin sekinandin û kontrolan bikin. 

Her wiha wesaîtên ku xebatkarên demkî yên demsalî dibin û tînin jî wê di eydê de nikaribin di navbera saet 12ê şevê û 6ê sibehê de riyên navbajaran bi kar bînin. 

Ji bo ku derbarê kembera ewlehiyê de ajokar bên hişyarkirin, wê li ser panoyan "Eyda We Bi Kember Be" were nivîsandin.  

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE